Ji roja ku “Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê” di 17ê Gulana 1990an de hevzayendiyê ji senifandina “Nexweşiya Navneteweyî” derxistî ye, çalakiyên LGBTÎ+fobiyê li gelek welatên cûda yên cîhanê tên lidarxistin.

Wekî komeleya HÊVÎ LGBTÎ+yê, em ji bo cara 6an a organîzekirin a bername ya “17ê Gulanê, di Kesayetiya LGBTÎ+yên Penaber de Em ji bo Li hemberî Dijberiya Homofobî, Bîfobî û Transfobiyê dicivin” têne ba hev.

Çima di Kesayetiya LGBTÎ+yên Penaber de?

Mirovên LGBTÎ+yên ku li welatên xwe rastî cihêkarî û LGBTÎ+fobiyê tên, beşek girîng a vê pêla koçberiya cîhanî pêk tînin. Dîsa, li gorî daxuyaniyeke UNHCRyê di sala 2020an de, Tirkiye li cîhanê di nav 5 welatên sereke de xwedî hejmara zêde ya penaberan e. Li Tirkiyê bi giştî ji 4 mîlyonan zêdetir penaber hene. Beşeke ji van LGBTÎ+yên penaber in.

Kesên LGBTI+yên penaber yên li Tirkiyê dijîn û yên neçar mane ku bijîn rastî cihêkariya pirjimarî tên; Ew pirî caran neçar dimînin bi tena serê xwe li dijî LGBTÎ+fobî û nîjadperestiyê şer bikin. Em wekî komelaya HÊVÎ LGBTÎ+yê ji sala 2015an şûn ve bi LGBTÎ+yên penaber re xebatên xwe birêkûpêk dimeşînin.  Wekî HÊVÎ, di 17ê Gulanê de, ji bo tekoşîna li hemberî Homofobiya Navneteweyî, Bifobî, Roja Dij-Transfobiya Navneteweyî (IDAHOBIT), binpêkirinên mafî û LGBTÎ+fobiyê em ê bi hevalên xweyên LGBTÎ+ re onlîne werin ba hev, da ku em bînin bîra xwe LGBTÎ+yên penaber ne tenê ne.

Bi hev re ji bo tekoşîna li hemberî LGBTÎ+fobiyê, nîjadperestiyê û hemî cihêkariyên ku pergî tên em te jî vedixwînin.

Di kesayeta LGBTÎ+yên Penaber de, bernameya IDAHOBITê ya çalakiya 17ê Gulanê (Online)

15ê Gulanê 2021 – Şemî

Seat: 15.00-17.00

Prosedurên hiqûqî yên hatine guhertin û bûyîna LGBTÎ+yeke penaber

Seat: 17.00-19.00

LGBTÎ+yên penaber çi daxwaziyan dikin?

*Nîşe: Di çalakiyên 15 gulanê de wê wergerên Erebî û tirkî hebin.

16ê Gulanê 2021 – Yekşem

Seat: 15.00-17.00

Prosedurên hiqûqî yên hatine guhertin û bûyîna LGBTÎ+yeke penaber

Seat: 17.00-19.00

LGBTÎ+yên penaber çi daxwaziyan dikin?

*Nîşe: Di çalakiyên 15 gulanê de wê wergerên Farisî, Kurdî û tirkî hebin.

Ji bo tevlîbûna çalakiyê hûn dikarin mailê bişînin vê navnîşana me: hevilgbt@gmail.com

No comment

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir