Bibe Dildar!

Komeleya HEVÎ LGBTÎ+, li hember zayendîperestîyê, homofobîyê, transfobîyê, bifobîyê, mîlîtarîzmê, zenofobîyê, nefretê û li hember cudakarîyê ji bo em bi hev re tevbigerin û hevkarîya hev bikin bang dike. Birêxistinbûna me ya ku bi Gezîyê dest pê kir, di pêvajoya platformê de û piştî ku komelebûn pêk hat pê ve gelek çalakî pêk anî ye, di serî de LGBTÎ+yên girtî, ji bo penaber û êndinan, bibe deng û alîkarbûnê armanc kiriye. Hemû xebatên hatine kirin bi alîkarîya xebatkarên me yên dildar pêk hatine. 

 

Di vê pêvajoya zehmet de Komeleya HEVÎ LGBTÎ+ ji bo pêdivîyên xwe pêk werîne, ji bo alîkarîyê û ji bo li hember nefretê bêhtir deng derxîne li dildarên xwe digere.

 

Ji bo her qadê pêdivîya me bi dildaran heye. Ji bo xebatên akademîk, ji bo şopandina binpêkirina mafan û raporkirina wan, ji bo xebatên web’ê û grafîkê, ji bo pirtûkxaneya di dema pêş de em avabikin an jî derveyî van mijarên me qal kirin, ji bo qadên cuda yên nû ên bên vekirin an jî ji bo xebatên hûn difikirin hûn dikarin bi me re bikevin pêwendîyê.