Em kî ne?
Hêvî LGBTÎ+ di sala 2013an de, di encama hatina cem hev ya LGBTÎ+yên serbixwe yên ji bo daxwazên wekhev birêxistin bûn de derkete holê.
Ji alîyê kesên Lezbîyen, Gey, Bîseksuel, Trans û Înterseksuelan ve polîtîkayên HEVÎ LGBTÎ+yan tê bawerkirin ku divê ji alîyê dorhêlên fereh ên sîyasî ve hildin dest û çîn, etnîsîte, zayendîparezî, mafê koçber û penaberan û mafê xweza û azadîyê wek parçeyek jênager ên polîtîkayên LGBTÎ+yan dinirxîne.
Însîyatîfa LGBTÎ+yan ên ku piranîya wan LGBTÎ+yên Kurd in bi navê Însîyatîfa HÊVÎ LGBTÎ+ di nava demê de aktîvîstên ji etnîsîteyên cuda jî tevlî xwe kir. Wek Ermenî, Ereb, Tirk, gelek ji nasnameyên cuda LGBTÎ+ hatin cem hev û polîtîkayên Însîyatîfa LGBTÎ+yan hilberandin di sala 2015yan de bûn komele. Wek komele xebatên xwe li ofîsa Beyoglûyê didomîne.