Nirxên me

1. Komeleye HEVÎ LGBTÎ+ rêxistinek LGBTÎ+ ye û ji hemû kom û kesên pêwendîdarên hegamonîk heteronormatîvîte û patrîyarka re girtî ye.
2. Komeleye HEVÎ LGBTÎ+ ji bo LGBTÎ+yên cîhanê û ciyê ku yê Rojhilatanavîn qadek ewlekar e.
3. Di Komeleya HEVÎ LGBTÎ+yê de ji tu kesî lêpirsîna nasnameya zayendî, berîdanîya zayendî, kiryara zayendî, zayendî/bêzayendîya wî nayê kirin; di van mijaran de zext li tu kesî nayê kirin ku diyar bike.
4. Di Komeleya HEVÎ LGBTÎ+yê de her kes di warê ziman, devok, şêweyê bilêvkirinê, nijad, reng, zayend, bêzayend, avahîya ramanî, bawerî, ol, mezheb, temen, statuya civakî ve cuda ye lê bele hemû kes di warê mafan de wekhev e.
5. Komeleya HEVÎ LGBTÎ+ sazîyeke serpartîyan e.
6. Komeleya HEVÎ LGBTÎ+ polîtîkayên pirzimanî hildiberîne.
7. Komeleya HEVÎ LGBTÎ+ li hember hemû cudakarîyan e.
8. Komeleya HEVÎ LGBTÎ+ antîmîlîtarîst e.
9. Komeleya HEVÎ LGBTÎ+ di her warî de (fizîkî, hestîyarî, bi gotinî û hwd.) bêtundîyê diparêzîne.
10. Komeleya HEVÎ LGBTÎ+ di polîtîkayên hildiberîne de çavdêrîya mijarên ekolojik dike.
11. Komeleya HEVÎ LGBTÎ+ ji hemû gotin û çalakîyên piçûkxistin û rencîdekar ên li ser hemû kordînatên fizîkî û pêkanînên pêwendîyê re girtî ye.
12. Komeleya HEVÎ LGBTÎ+ hemû biryarên xwe, biryarên taybet ên berpirsîyarîya yasayî ne tê de, bi piranîbûnê û bi rêbaza qanikirinê digire.
13. Komeleya HEVÎ LGBTÎ+ zelalbûnê û rêbaza hesabgirtin û hesapdayîne dişopîne.
14. Komeleya HEVÎ LGBTÎ+ xebatên xwe ji berjewendîperestîyê re girtî ye.
15. Komeleya HEVÎ LGBTÎ+ ji bo bikarhênerîyê, rêbaza rêdayînê bikartîne.
16. Komeleye HEVÎ LGBTÎ+ ev normên xwe ji rexnekirinê re vekirî ne.