Mîsyona Me

Komeleya HEVÎ LGBTÎ+ di mijarên zayenda civakî, meyla zayendî û nasnameya zayendî de armanca wê ew e ku polîtîkayên li ser mafan û xwegihandina mafên LGBTÎ+yan hilberîne. HEVÎ LGBTÎ+ têkoşîna li dijî fobîyan a li dijî LGBTÎ+ wek mîsyona xwe dipejirîne.

 
 

 

 

Vîzyona Me

 Ji bo ku cinayetên nefrete bidawî bibin, tu kes ji ber meyla zayendî û nasnameya xwe ya zayendî leqayî tu cudakarîyan nebe û hemû kes di mafê xwe yên qada giştî de di serî de di mafê jîyanê de, çavdêrîya mafê wekhev ê ji xwe re kirîye vîzyon.

 
 

 

 

Nirxên Me

1. Komeleya HEVÎ LGBTÎ+ rêxistineke LGBTÎ+ ye û ji bo hemû komên din û kesên bi heteronormatîv hegemonîk û baviksalarîyê re têkildar re girtîye.
2. Komeleya HEVÎ LGBTÎ+ li cîhanê û bi taybet li Rojhilata Navîn ji bo LGBTÎ+ yan qadeke ewle ye. Ji bo zêdetir sernav bitikîne.

 

 
 

 

 

2021 Rapora Fealiyetê

Em bi hev re bihêz in

Ji Ahmet Yıldız re Edalet!

Nûçe
Tevna Civakî
Çalakîyin

Panêl: “Cinayetek namûsê: Doza Ahmet YILDIZ (Komeleya HEVÎ LGBTÎ+)

Di sala 2018yan de, di kampanyaya Heftîya Rûmetê de panêl hatîye pêkanîn. 

Di sala 2008yan de, Ahmet YILDIZê ji alîyê bavê xwe ve, ji ber ku hevzayend bû hate qetilkirin û di Tirkîyeyê de wek cara yekemîn wek doza “Cinayeta Hevzayend a Namûsê” hate binavkirin, ji ber ku bavê “wenda” (ne)hate dîtin, her roj li cinayetên nefretê hevalekî me lê zêde dibe. Îro di danişîna 28. a doza Ahmet YILDIZ pêk hat de em têne cem hev. Em ê di panêla ku; mijarên Cinayetên Nefretê, pergala “hiqûqa” Tirk, kêmkirinên halê baş û bêcezatî lê bê nîqaşkirin bêne cem hev.

Moderator: Can Kaya (Komeleya HEVÎ LGBTÎ+, Pisporê Xizmeta Civakî)
Gotarvan: Parêzer Firat SOYLE: parêzerê doza Ahmet Yildiz
Dr.Ahmet KAYA: Komeleye HEVÎ LGBTÎ+, şopînerê doza Ahmet Yildiz 

Kampanyaya Şanenavê

Di sala 2016an de Komeleya HEVÎ LGBTÎ+ ji bo balê bikişîne ser doza Ahmet YILDIZ û ji bo rojêvê çêbike Kampanyaya Şanenavê daye dest pê kirin. Kampanyaya ku ew ê ta roja dozê berdewam bike di ser 4.000î tevlîbûn pêkhatîye.

Banga Tevlîbûna Dozê

Em wek Komeleya HEVÎ LGBTÎ+; em ê bi înada li hember nefretê, edaleta mêr, li hember cinayetên namûsê, homofobîyê û transfobîyê, şopdar û mudaxîlê doza Ahmet YILDIZ bibin. Em hemû kesî vedixwînin vê dozê bişopînin û ji bo bavê qatil bê dîtin û bê darizandin bang dikin ku vê dozê destek bikin, xwedî derkevin. 

Heke tu tune bî em pir kêm in.

DANIŞÎNA ŞÛNDATIR:
Mêjûya Dozê: 11 Rêbendan 2024 Kartal Dadgeha 5. A Cezayê Giran
Saet: 14:05

Cih: Adlîyeya Anadolûyê ya Kartalê

AHMET YILDIZ

“Bavê Qatil”ê ku Ahmet Yildiz qetil kirîye bila bê dîtin! 

Ahmet YILDIZ, di mêjûya 15 Tîrmeha 2008an de ji alîye bavê xwe ve li Uskudarê “sirf” ji ber ku hevzayend bû hatîye kuştin! Di mêjûya 8ê rezbira 2009an de doza ku hatiye vekirin a bi navê cinayeta Ahmet YILDIZ, di Tirkîyeyê de cara yekemîn e ku; têgeha cinayeta hevzayend a namûsê xiste  . Bavê ku tekane bersûc hate darizandin, ji ber ku hê jî nehatiye dîtin, ev 12 sal e rûnişteka bersûc a doza ku danişînên wê berdewam dikin tim vala ma. 

Bavê qatil ê ku firar e bi Înterpolê jî biryara lêgerîna wî heye, hê jî her ji ber çi be nehatîye dîtin û edalet pêk nehatîye.

Lêbelê em dizanin ku; pergala nêreza û heteroseksîst, her dem LGBTÎ+yan dike hedefa xwe. Edaleta vê pergala durû, dema ku bixwazin dikarin  kesên lê bigerin digirin û dadirizînin, lê belê di vê dozê de Dozgerî, Wezareta Dadê û sazîyên din ên dewletê dozê ji nedîtî ve tên. Ev doza ku 12 sal e berdewam dike xitimîye.

Em bi vê kampanyayê daxwaz dikin ku her kî dibe bila bibe, ji ber nasnameya xwe ya zayendî û berîdaniya xwe ya zayendî, pêşî li qetilkirina wan bigirin û sûcên bên rûdan jî di asta herî bilind de bê cezakirin, ji alîyê malbata wan an jî ji alîye civakê ve cinayetên nefretê yen bên pêkanîn em daxwaz dikin ku divê bêhesab nemînin. Ji ber vê sedemê em daxwaz dikin ku di demek kurt de ew qatilê bavê Ahmet YILDIZ bê dîtin û bê darizandin.

Bernameya Dersînor