Forma Serlêdana Şêwirmendîya Psîkolojîk a Bêheq/bêpere ji bo LGBTÎ+yên Penaber

Serlêdanên qonaxa duyemîn a ji bo "Şêwirmendiya psîkolojîk a ferdî-bêheq" yên ji bo LGBTÎ+yên Penaber hatin vekirin!

LGBTÎ+ yên penaber xebatên xwe didomînin. Armanca me ew e ku di çarçoveya projeya xwe ya bi navê “Şêwirmendîya Psîkolojîk ji bo Penaberên LGBTÎ+ yên ku li Tirkiyeyê dijîn” heta Kanûna 2024an, em hewl didin ku ji bo pêşvebirina jêhatîbûnên çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî demkurt piştgirîya derûnî bidin.

Kî dikarin serî lê bidin?

  • Kesên ku ji ber statûya xwe ya penaberîyê nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristîya derûnî
  • Kesên ku zimanê wan ê zikmakî ne tirkî ye û dixwazin bi zimanê xwe yê zikmakî xwe bigihînin xizmetên tenduristîya derûnî
  • Kesên ku ji ber pirsgirêkên xwe yên aborî nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristîya derûnî
  • Kesên ku xwe wekî LGBTÎ+ didin nasîn dikarin xizmetên şêwirmendiyê wergirin.
  • Serlêdan li seranserê Tirkiyeyê vekirî ne.
  • Kesên ku rasterast an nerasterast ji erdhejê bandor bûne dê li gorî yên din pêşikîya wan hebe.
  • Kesên ku 18 salîya xwe temam kirine.
  •  

Pêvajo dê çawa bidome?

  • Ewilîn divê hûn forma serlêdanê dagirin.
  • Kesên ku forma serlêdanê dagirin û şertên serlêdanê pêk bînin dê hevpeyvîneke pêşîn bi wan re bê kirin.
  • Kesên ku ji bo xizmeta piştgrîya psîkolojîk serlêdanên wan bên pejirandin piştî hevpeyvînê dê xizmeta wan a piştgirîya psîkolojîk dest pê bike.
  • Seans bêheq/bêpere ne.
  • Seans dê online pêk bên.
  • Dîrokên seansan dê bi biryareke hevpar a di navbera muwekîl û derûnnasan de bên diyarkirin.
  • Hejmara seansan wekî 12 seans hatîye diyarkirin.
  • Tevlîbûna domdar a seansan girîng e.
  •  

Bersiv dê bi rêya e-mailê bê şandin. Ji bîr nekin, di hesabê xwe de e-mail û qutîya spamê kontrol bikin.

Ji bo pirs û agahîyê hûn dikarin bi rêya e-mail info@hevilgbti.org bi me re bikevin têkilîyê.