Li ser Kampanyaya Edaletê ya STGMyê ya ji bo Ahmet Yildiz. Dîroka Weşanê: 06.08.2024
#JiAhmetYildizReEdalet: Ev lêgerîna edaletê di heman demê de lêgerîna têkoşîna li dijî cudakarî û nefretê ye.
Em bi Korodînatorê Medyaya Dijîtal û Ragihandinê yê Komeleya HÊVÎ LGBTÎ+yê Mîran Koçkir re li ser Kampanyaya Edaletê ya ji bo Ahmet Yildiz û her wiha li ser cudakarî û şîdeta ku li Tirkiyeyê lli ser LGBTÎ+yan tê kirin axivîn.
Komeleya HÊVÎ LGBTÎ+ ji sala 2015an û vir ve doza Ahmet Yıldiz ê ku ji alîyê bavê xwe ve hat qetilkirin dişopîne. Me bi Komeleya HÊVÎ LGBTÎ+ re li ser vê mijarê hevdîtinek kir. Komele “Kampanyaya edaletê ya ji bo Ahmet Yildiz” dimeşîne û di çarçoveya kampanyayê de ji bo ku ev doz bikeve nav raya giştî û kujerê Ahmet Yildiz cezayê ku heq dike bistîne komele bang dike. Em li ser lêgerîna edaletê û têkoşîna li dijî cudakarî û nefretê axivîn.
Gelo hûn dikarin ji me re qala doza Ahmet Yildiz bikin? Girîngîya wê ya ji bo LGBTÎ+yan çi ye û pêvajoya ku ber bi Kampanya Edaletê ya ji bo Ahmet Yildiz ve diçe çawa derbas dibe?
Di sala 2008an de Ahmet Yildiz ku ji alîyê malbatê ve bi hinceta hevzayendbûnê hat tehdîdkirin, li Stenbolê li ber derîyê mala xwe ji alîyê bavê xwe ve hat qetilkirin. Cînayeta Ahmet Yildiz wekî cînayeteke “Namûs”ê ket bin qeydan û ev li gorî daneyan cînayeta ewil e ku ji ber meyla xwe ya zayendî bi tundî û nefretê ji destê me hatiye stendin. Ev kuştin ne tenê dawî li jiyana Ahmet anî. Di heman demê de cihêkarî û şîdeta ku li Tirkiyeyê kesên LGBTÎ+ pê re rûbirû dimînin derxist holê. Dema ku mesele dibe mafê jiyanê yê LGBTÎ+yan, nirxê exlaqî, çand, feraseta malbatê, pergal û heta daraz jî çawa mirinê rewa dike tê dîtin. bi rastî jî qedera ku heteroseksîzm li ser me ferz dike hemûyan yek bi yek derdixe holê.
Di salên piştî qetilkirina Ahmet Yildiz de edalet pêk nehat û pêvajoyeke bi bandor nehat meşandin û kiryar bê ceza man. Vê rewşê nîşan da ku gef û cudakarîya li dijî LGBTÎ+yan ciddî nayê girtin, di asta civakî û hiqûqî de cihêkarî çawa tê rewakirin û dema mijar dibe LGBTÎ+ têgeha parastinê têr nake. Di vî warî de Ahmet Yildiz ji bo hemû LGBTÎ+yan bû mînaka herî berçav a pêvajoya sembolîk a bêcezakirin, cihêkarî û tecrîdê. Di her danişînê de îspat bû ku heta edalet ji bo Ahmet pêk neyê, ew ê bûyerên bi vî rengî bên serê me jî. Ji ber vê yekê Ahmet di her danişînê de careke din dihat kuştin. Di her rûniştinê de em ji wekhevî û edaletê dihatin dûrxistin.
Ev kampanya di encama nebûna edaletê û pergala ku neheqîyan ava dike, li çareserîyeke çawa digere?
kampanya ji Ahmet Yildiz re edalet, ji bo ku ev rewşa xedar neyê jibîrkirin û daxwaza edaletê pêk bê hat destpêkirin. Di vê pêvajoyê de me dît ku em çawa bi tenê man, pergal bi xwe çawa neheqî derdixist û em çawa ber bi bêhêvîtiyê ve dibirin. Wekî bertek û çalakî, di vê pêvajoyê de me got Edalet ji bo Ahmet Yildiz, Edalet ji bo me hemûyan. Bi vî awayî me hewl da ku ne tenê kesên LGBTÎ+, hemû kesên din, parêzvanên mafan û her kesê ku li edaletê digere jî tevlî pêvajoyê bikin. Di vê mijarê de berîya rûniştina dawî me bi gelek saziyan re têkilî danî. Me beşdarîya gelek kesên ji baro, rêxistinên sivîl û înîsiyatîfan misoger kir. Belkî ji ber vê yekê be ku di doza dawî de piştî piştî çend salan cara ewil beşdarbûna rûniştinê hat qebûlkirin. Qet nebe piştî çend salan me kir ku beşdarîyê qebûl bikin û em di vê gavê de bi ser ketin. Ev jî bi keda hevalên me yên parêzer, rojnamevan û aktîvîstan ku doz vekirine pêk hat. Armanca me niha ew e ku em hejmara kesên ku ji bo Ahmet Yildiz edaletê dixwazin zêde bikin, zextên raya giştî zêde bikin û her wiha ji bo Ahmet Yildiz heta ku edalet pêk were çi ji destê me bê em dê bikin. Ji bo vê yekê, hevkarîyên STGMyê ku wan berîya rûniştina paşîn ji me re pêşkêş kirin hişt ku em bikaribin pêvajoyê ber bi qonaxeke baştir ve bibin. Ji ber vê yekê em dixwazin bi taybetî spasîya tîma STGMyê bikin. Me bi hevkarî û piştgirîya wan hîs kir ku em di vê pêvajoyê de ne bi tenê ne.
Em spasîya we dikin ku ji bo Ahmet Yildiz hûn bi israr lêgerîna edaletê dimeşînin. Temînkirina edaletê ji bo hemû têkoşînên maf û edaletê dê bibe pêşketineke girîng.
Kampanya hê jî xwe nû dike. Ji ber vê yekê em ji her piştgirîyê re vekirî ne. Da ku bîranîna Ahmet Yildiz zindî bimîne û edalet pêk bê em ji hemû beşên civakê hêvî dikin ku piştgirîyê bidin. Temînkirina edaletê ne tenê ji bo hevalên Ahmet Yildiz, ji bo hemû LGBTÎ+yan û mafên mirovan dê bibe gaveke mezin.
Ev kampanya ne tenê lêgerîneke edaleta ji bo Ahmet Yıldız e, di heman demê de banga têgihîştinekê ye ku dibêje LGBTÎ+ jî wekî hemû kesên din ên civakê hemwelatîyên wekhev û azad in. Ev têkoşîna edaletê di heman demê de ew e ku heqîqeta herkesî bêyî ku meyla wan a zayendî û nasnameya zayendî çi be bila bibe xwedî mafên wekhev e.
Em ji bîr nekin ku edaleta ji bo Ahmet Yildiz edaleta me hemûyan e. Temînkirina edaletê dê ji bo hemû civakê, bi taybetî jî ji LGBTÎ+yan re edalet, hêvî û bawerîyê bîne.
Çavkanî: STGM