LGBTI+ hene, em li cem zarokên xwe ne!

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di çarçoveya projeya “Muhtarên Tirkiyeyê Dest bi Dest” de axivî û got, “Ji bo belavbûn û pêşxistina LGBT’ê li vî welatî kîjan dê û bavên li taxa we serî li we didin? Dê û bav ‘Bila LGBT li vî welatî belav bibe’ Bila zarokên me zêdetir bi van mijaran re eleqedar bibin.’ Ma kesek tenê serî li we daye?” Me di medyayê de bi xemgînî xwend ku wî pirsa xwe anî ziman.
Beriya her tiştî em dixwazin bibêjin ku tiştekî bi navê “belavbûna LGBT”yê tune ye. LGBTI+bûn şêwazek jiyanê ye, ne hilbijartin e, LGBTI+bûn hebûnek e. Bi qasî dîroka mirovahiyê kevn e û bi qasî erdnîgariya mirovahiyê hevpar e. LGBTI+ hene, kes nikare kesekî din razî bike ku bibe LGBTI+. Dikare bê gotin ku LGBTI+ belav nabe, lê bêyî ku xwe veşêre zêdetir xuya dike
Helbette de dê, bav, mam, xal, bira û biraziyên LGBT+yan jî hene. LGBTI+ zarokên me, birayên me, biraziyên me, zarokên me ne. Em zarokên xwe ji ber hebûna wan li derve nahêlin, berovajî wan hembêz dikin.
Helbette de dê, bav, mam, xal, bira û biraziyên LGBT+yan jî hene. LGBTI+ zarokên me, birayên me, biraziyên me, zarokên me ne. Em zarokên xwe ji ber hebûna wan li derve nahêlin, berovajî wan hembêz dikin.
Em, malbatên LGBTI+, bi saya zarokên xwe hîn bûn ku cîhan ji reş û spî pêk nayê, û em dizanin ku di bin keskesora mezin a ku dinyayê dipêçe cî ji bo hemî rengan heye. Tevî hemû axaftinên cudaxwaz û hedefgirtinê jî, em ê bi hemû hêza xwe li kêleka zarokên xwe bin û piştgiriya wan bikin da ku bigihin maf û azadiyên xwe yên bingehîn, ji ber ku zarokên me ne bi tenê ne û ne jî xelet in.
Mafên LGBTI+ mafên mirovan in. Em bang li her kesê ku rêzê li mafên mirovan digrin dikin ku tevkariyê li têkoşîna zarokên me bikin da ku hebûna xwe bidomînin, Wezîrekî Karên Hundir însanên li welatê xwe dijîn neke hedef û li her welatiyekî wekhev tevbigere.
GLADER-Komeleya malbatên keskesor a Enqerê
LISTAG- Komeleya Malbatên LGBT+ û xizmên wan
Koma malbatên Akdeniz Antalya
Koma malbatên LGBT+ Denizlî
Koma malbatên LGBT+ Îzmir

No comment

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir