Em Weke LGBTÎ+Yên Penaber Ku Hatine Neçarkirin Li Tirkiyê Bijîn Û Yên Dijîn, Banga Me Ya Vekirî Ye Ji Komele, Înîsiyatîf Û Komên Xwendekarên LGBTÎ+Yên Li Tirkiyê Çalak in Û Ji Hemî Rêxistinên Din Re:

  1. Astengiya zimên a ku li pêşiya me, nahêle LGBTÎ+yên penaber beşdarî xebatên LGBTÎ+ bibin û dibe asteng xwe bigihînin perwerdehiyên LGBTÎ+. Misogerkirina têgihiştin û pirzimaniyê ku di nav wan de divê Erebî, Farisî û Kurdî hebe û vekirina cîh ji bo kesên LGBTÎ+ di çalakiyên ku dê werin lidarxistin û xebatên bêne weşandin de,
  • Di kesayeta LGBTÎ+yên penaber de komele, înîsîyatîf û rêxistinên LGBTÎ+ yên polîtîkayên wan tune ne pêşxistina “polîtîkayên LGBTÎ+yên penaber ên tevgirtî” were kirin, û bi tevlîbûna me LGBTÎ+yên penaber ya vê pêvajoya pêşxistinê,
  • Komele, înîsiyatîf û rêxistinên LGBTÎ+ di mekanîzmayên biryargirtinê de ji LGBTÎ+yên penaber re cîh vekin,
  • Komele, însîyatîf û rêxistinên LGBTÎ+ budçeyek ji bo xebatên LGBTÎ+yên penaber ji budçeyên xwe veqetînin û me LGBTÎ+yên penaber jî têxin nav vê pêvajoyê,
  • Piştî pandemiyê cîhên çalakî û civînê yên LGBTÎ+yan vekirina ji bo bikaranîna LGBTÎ+yên penaber, tevlîbûna LGBTI+yên penaber di xebatên hevpar ên LGBTÎ+yan de ku di kanalên ewle de di dema pandemiyê de tên meşandin,
  • Komele, înîsiyatîf û rêxistinên LGBTÎ+ ji bo “xebatên xwe-rêxistinkirina LGBTÎ+yên penaber” piştgiriya LGBTÎ+yên penaber,
  • LGBTÎ+yên penaber ên bi HIVê re dijîn jî bi HIVfobîyê re rû bi rû dimînin. Di xebatên ku wekî nimûneyek têkoşîna li dijî fobiyê wê werin amadekirin de, LGBTÎ+yên penaber ên bi HIVê re dijîn divê neyin jibîr kirin û têkevin nav vê pêvajoyê,
  • Serdema pandemiyê LGBTÎ+yên penaber bêhtir tenê hişt û nedîtbar kir. Ji bo ku serderî li van pirsgirêkan bikin divê ji bo LGBTÎ+yên penaber bi zimanê wan ê zikmakî alîkariya psîkolojîk bê dayîn, xizmetên ku di vê qadê de tên dayîn jî bên berfirehtir kirin,
  • Li Tirkiyeyê LGBTÎ+ her dem rastî cûdakariyê tên. Di kesayeta penaberan de nijadperestî jî li vê cûdakariyê zêde dibe. Ji bo têkoşîna li dijî vê cûdakariya piralî û binpêkirinên mafên din ên hiqûqî, gihîştina torên piştgiriya hiqûqî yên belaş, bi zimanên me (Erebî, Farisî, Kurdî) şêwirmendiya hiqûqî were dayîn, di vî warî de zêdebûna karûbarên kêm,
  1. Krîterên kar ên biyanî yên heyî qadên xebitandinê yên LGBTÎ+yên penaber teng dike û ji bo wan peydakirina destûra kar dijwartir dike. Ji bo afirandina qadên kar ji LGBTÎ+yan re, rêxistinên ku di verastkirina krîteran de li ser vê mijarê berpirsiyar in û ger mimkun be di dema girtina kar de di mijara kotaya LGBTÎ+yên penaber de ji bo alîkariyê cîh bigirin,
  1. Penaberên trans ên ku li Tirkiyê dijîn rastî tundiyê tên. Penaberên trans cîheke ku lê bixebitin qet nabînin. Di gihîştina hormonan û pêvojaya guncanî ya zayendê de, heta tenê ji ber navên xwe jî pirsgirêkan dijîn. Neçar dimînin ku li hemberî van pirsgirêkan tena serê şer bikin. Di kesayeta penaberên trans de divê zêde xebat bên kirin û xizmetên ku bi sînordarkirî tên dayîn bi hêsanî bên gihîştin,
  1. Pirsgirêkên ku LGBTÎ+yên penaber rû bi rû dimînin nayên dîtin an jî naxwazin bibînin. Ji ber vê sedemê divê bi tevlîbûna LGBTÎ+yên penaber ên di komele, înîsiyatîf û rêxistinan de cîh digirin li Tirkiyê avakirina komeke xebatê ya LGBTÎ+yên penaber û li hemberî pirsgirêkên hevpar destpêkirina kampanyayan,
  1. Mafê parastina xweşhaliyê mafek bingehîn a mirovî ye. Tevî vê yekê ji bo afirandina polîtîkayên civakî bi beşdarbûna me LGBTÎ+yên penaber bi pêşengiya koma xebatê ya li Tirkiyê çêkirina toreke navneteweyî ya LGBTÎ+yên penaber,
  1. LGBTÎ+yên penaber hatine neçar kirin ku bi salan li Tirkiyê bisekinin ji bo derbasî welatek sêyemîn bibin. Bendewariyên dirêj dibin sedema bêxîretî û fikaran. Di ev tora navneteweyî ya LGBTÎ+yên penaber de bê bahaneya pandemiyê bicîhkirina welatên sêyemîn û ji bo bilez were kirin li sazî û komaran bi meqseda mekanîzmayên bandorkirinê kampanya bên dest pê kirin, di ev kampanyayan de cîhgirtina komele, înîsiyatîf û rêxistinên LGBTÎ+yên penaber,
  1. Ji bo pêşîlêgirtina cûdakarî û LGBTÎ+fobîya ku LGBTİ+yên penaber dijîn bi Rêvebiriya Koçê û UNHCR (Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî) re danîna têkiliyê ji bo pêkanîna civînan,
  1. Di kanalên medyayên civakî yên alternatîf ên wekî Youtube, podcast û hwd de çêkirina xebatên li ser LGBTÎ+yên penaber û pirsgirêkên ku ew dijîn, piştgirî dayîna  me LGBTÎ+yên penaber ku dixwazin van xebatan bikin.

EM DAXWAZ DIKIN.

●         “Daxuyaniya Xwestinên LGBTÎ+yên Penaber” ji bernameya “17ê Gulanê di Kesayeta  LGBTÎ+yên Penaber de Hevdîtinên Navneteweyî yên înterfobî, bîfobî, homofobiyê -VI” ku di sala 2021an de ji aliyê komeleya HÊVÎ LGBTÎ+ pêkhatibû, ev çalakî ji aliyê  LGBTÎ+yên Penaber û aktîvîstên LGBTÎ+ yên ku di vê qadê de xebat kirine hatiye amede kirin.

No comment

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir